Serokwezîrê nû yê Iraqê Zeydî: Çek wê tenê di destê dewletê de be

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di bernameya hikumetê de ragihand ku yekane otorîteya li ser çekê wê dewlet be. Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku ji bo bêçekkirina milîsên alîgirê Îranê zexta DYE'yê zêde bûye.

Parlamenta Iraqê Serokwezîrê nû Elî Zeydî û bernameya wî ya hikumetê pejirand. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî INA'yê, Zeydî eşkere kir ku di çarçoveya reformên ewlekariyê de çek wê tenê di bin kontrola dewletê de be.

Yek ji xalên bernameya hikumetê ya ku ji aliyê parlamentê ve hate qebûlkirin bi vî rengî ye: "Kontrola çekan tenê di destê dewletê de be û kapasîteya hêzên ewlekariyê bê xurtkirin." Tê gotin, ev gav li daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) tê ku dixwaze komên çekdar ên nêzî Îranê tasfiye bike.

Zeydî ku karsaz e û xwediyê televîzyonê ye, 27'ê Nîsanê ji bo wezîfeya serokwezaretiyê hatibû destnîşankirin. Tê gotin, Zeydî li şûna Serokwezîrê berê Nûrî Malîkî yê bi zexta Washingtonê ji namzetiyê vekişiya, weke "namzetê hevpar" hate destnîşankirin.

Zeydî piştgiriyê ji Çarçoveya Koordînasyonê ya Tifaqa Siyasî ya Şîa piştgiriyê werdigire ku di asteke cuda de bi Îranê re xwedî têkiliyan e û li parlamentê jî serwer e.

Li Iraqê ji bo hikumet bê pejirandin, divê piraniya wezîran ji aliyê parlamentê ve bêne erêkirin. Di hikumeta Zeydî de 23 wezaret hene, lê belê ji ber bazariyên siyasî desteya wezîran hîn temam nebûye. Heta niha 14 wezîr ji aliyê parlamentê ve hatine pejirandin.